Beriya Kûpaya Cîhanê alozî zêde dibe…
Aloziyên siyasî yên di navbera DYA û Îranê de xwe berdaye nava cîhana futbolê.
Washingtonê got:
Tîma neteweyî ya Îranê dikare were… lê ne her kes.
Aloziyên di navbera DYA û Îranê de bandorê li Kûpaya Cîhanê jî dikin.
Wezîrê Derve yê DYA Marco Rubio ragihand ku ew ne li dijî beşdarbûna tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê di turnuvayê de ne.
Lêbelê, Rubio got, dibe ku vîze ji hin endamên şandeya Îranê re neyê dayîn.
Rubio li Qesra Spî axivî û teqez kir ku pirsgirêk ne bi werzişvanan ve girêdayî ye.
Lêbelê, Wî got,
“Em nikarin rê bidin kesên têkiliyên wan bi terorîstan hene ku bi rojnamevan an rahêneran bikevin welêt.”
Li qadê futbol, li ber derî siyaset: ji bo Îranê vîzeya beşî!
Ji aliyekî din ve, nîqaş bi vê yekê ve sînordar neman.
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Paolo Zampolli, pêşniyar kir ku li şûna Îranê, Îtalya tevlî Kûpaya Cîhanê bibe.
Lêbelê, ev pêşniyar ji hêla hem rayedarên Îtalyayê û hem jî rayedarên werzîşê ve bi awayekî zelal hat redkirin.
Îtalya, li dijî pêşniyara ku ji Serokê FIFAyê Gianni Infantino re hatibû şandin, peyamek şand ku “Mafê Kûpaya Cîhanê li qadê tê bidestxistin.”
Ji ber ku tûrnûva di 11’ê Hezîranê de dest pê dike, niha hemû çav li ser biryarên vîzeyê yên Washingtonê ne…
Gelo werzîş dê bi ser bikeve, an siyaset? Bersiva vê pirsê wê di nava demên pêş de xuya bike.



