Daîreya Ragihandin û Agahdariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji destpêka şerê di navbera Amerîk- Israîl û Îranê de, 809 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin
Li gor daxuyaniyê, di encama êrişan de, 20 kes şehîd bûne û 123 kes jî birîndar bûne.
Bi gotina wê, mal, kargeh û erebeyên bi zedan welatiyan jî ziyan dîtine.
Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin ku êrişên herî zêde li Hewlêrê hatine tomarkirin ku li wir 477 caran êriş çêbûye û di encamê 10 kes şehîd û 83 jî birîndar bûne.
Her wekî li Silêmanî û Helbeceyê jî 235 êriş çêbpnw û di encamê de 3 kes şehîd û 6 jî birîndar bûne.



