Di demjimêrên êvarî de li ser rêya duxeta Silêmanî-Kerkûkê li Taxa Derwaze ya Kerkûkê wesayîteke barhilgir ji kontrolê derket û li nêzîkî 40 wesayîtan qûlibî.
Li Kerkûkê, qezayeke trafîkê li nêzîkî Navenda Rewşenbîrî ya Taxa Derwaze ya Kerkûkê pêk hat.
Li gorî agahiyên destpêkê gelek kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne.
Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ji Rojnewsê re axivî û got: “Di bûyerê de heta niha 23’an kes jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birînar bûne.


