Dîmenek ji şivan û xwezaya Şengala pîroz
Ji bijartina berxikê zîrek heta dengê zengilên li stûyê wî, Miryah di navbera şivan û xwezayê de pireke ruhî ava dike.
Ev nivîs li ser şêrê çiyê yê bi hiriya dirêj û xemla morikên şîn e ku bûye sembola dewlemendiya Şengalê.
Li Çiyayê Şengalê yê bi heybet, jiyan her tim bi dengê zengilan û bi bêhna axê re hatiye hûnandin. Li vê axa pîroz, şivantî ne tenê karekî rojane ye ku mirov zikê xwe pê têr bike.
Ew hunerek e, mîrateyek ji bav û kalan maye û parçeyekî ji rûmeta her malbatê ye û di dilê vê çandê de Miryah heye.
Miryah ne tenê beranek e, pêşengê keriyê pez û rêhevalê herî nêzîk ê şivanên Şengalê ye.
Ev beranê taybet di encama sebir û kedeke mezin de derdikeve holê,
Her tişt ji wê kêliya ku berxikê bijartî çavên xwe li dinyayê vedike destpê dike.
Şivanê Şengalî, bi çavên xwe yên pispor, ji nava bi dehan berxikan ew berxê ku herî zîrek û çavvekirî ye hildibijêre.
Ji bo ku Miryah bi rastî bibe Miryah, şivan wî ji diya wî vediqetîne. Ew bi tiliyên xwe yên ku di şîr de şil kiriye wî xwedî dike. Bi vî rengî, ew berxik êdî şivan wekî dê û bavê xwe dibîne.
Ew girêdana ku di navbera wan de çêdibe, ne tenê fîzîkî ye, lê girêdaneke ruhî ye ku êdî Berxik li şûna li pey mîhan biçe, li pey dengê şivan û bêhna wî diçe.



