Li Washingtonê bi rojeva danûstandinên bi Îranê re û krîza Tengava Hurmizê wê civîna krîzê bê lidarxistin.
Tê gotin, mijarên weke xitimandinên di hevdîtinên agirbestê de û ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê dê bibin rojevên sereke.
Li gorî nûçeya Axiosê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump wê bi ewlehiya neteweyî û koma polîtîkayên derve re bicive.
Di hevdîtinan de wê li ser vebijarkên muhtemel ên derbarê xitimandinên danûstandinên bi Îranê re û rêveçûna şer nîqaş bimeşîne.
ABC News jî di nûçeya xwe ku dispêre agahiyên du rayedarên welêt, diyar kir ku rêveberiya Washingotnê bi dorpêça deryayî ya li ser Îranê piştraste, lê fikarên gelo danûstandinên heyî dê encam bidin an na, zêde dibin.
Di heman demê de hat îdîakirin ku Îranê pêşniyareke nû pêşkêşî DYA kiriye.
Li gorî tê gotin, Tehran pêşniyar kiriye ku destpêkê Tengava Hurmizê were vekirin û şer bi dawî bibe.
Piştre jî danûstandinên nukleerî werin kirin.
Li hemberî vê hat gotin ku DYA vê pêşniyarê di bin ‘xetên xwe yên sor’ de dibîne.



