Li Idlibê leşkerekî din ên Tirkiyê hat kuştin

Tirkiyê ragihand ku di êrîşên Rejîma Sûrî de leşkerekî wan li Idlibê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye..

Li gorî çavdêriya Sûrî jî li balafirgeha Teftenaz leşkerekî Tirk hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne..

Di heman wextê de, çavdêriyê diyar kir ku, bi êrîşên hewayî yên Rûsyayê li ser bajarokê Fûa 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 6 birîndar bûne..

Çavdêriya Sûrî: 11 sivîlan bi balafirên Rûsya jiyana xwe ji dest da

Her wiha li kampa koçberan a li gundê Idwan ê rojavayê Idlibê jî, 2 sivîlan bi balafirên Rûsya jiyana xwe ji dest daye..

Li aliyê din jî, çavdêriyê got, balafirên bê mirov ên Tirkiyê hewl daye baregeha Himêmîm bombebaran bikin, lê pergala parastina asîmanî bersiva wan daye.

Back to top button