Doh, careke din bi mûşekan êrişî kampa Sûrdaş a bi ser sînorê Silêmaniyê ve hat kirin.
Tevî agirbestê jî, li gor agahiyan rejîma Îranê bi du mûşekan Kampa Sûrdaş ya ku welatiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn, hate bombebarandin.
Çavkaniyekê ji malbatên Pêşmergeyên Komaleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ku berî niha li nava kampê dijiya, ji Rojnewsê re axivî û got: “Êriş li ser tankerên avê yên kampê ketiye.”
Hate ragihandin ku di êrişê de ti ziyaneke canî pêk nehatiye.
Tê zanîn kû, ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de li Herêma Kurdistanê 21 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.



