Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku daxwaza Îsraîlê ji bo axa Libnanê tuneye.
Saar di civîna çapemeniya bi Wezîrê Karên Derve yê Sirbistanê re hat lidarxistin de axivî.
Wî îdia kir ku hebûna artêşa Îsraîlê li ser sînorê bakur (başûrê Libnanê) ji bo ‘parastina welatiyane.’
Daxuyanî di demekê de ku Îsraîl tevî agirbestê êrişên xwe yên li ser hedefên Hizbullahê li başûrê Libnanê didomîne, hat.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku “zêdetirî hezar noqteyên binesaziyê” yên Hizbullahê hatine îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek çek jî bidest xistin e.
Her wiha hat îdîakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu di peywendiyeke telefonê ya bi Serokê DYA’yê Donald Trump re kiriye.
Li gorî medyaya Îsraîlê, Trump li dijî vê daxwazê derketiye û diyar kiriye ku divê Îsraîl ji kiryarên ku agirbestê dixe xetereyê dûr bisekine.
Hat daxuyandin ku Netanyahu piştî bangê kabîneya xwe agahdar kiriye û ragihandiye ku Trump pirsgirêkên Libnan û Îranê bi hev ve girêdayî dibîne.



