Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da xwepêşanderekî din û 25 sal cezayê girtîgehê jî li keça wî birî.
Navenda Dengê Destgîrkiriyên Kurd û Îranê der barê cezakirina 2 xwepêşandêran a ji aliyê rejîma Îranê ve, raporek weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê xwepêşandêrekî bi navê Mihemed Ebasî û cezayê 25 sal ê girtîgehê yê keça wî Fatma Ebasî pejirandiye.
Hate gotin ku her du xwepêşander di girtîgehên Qizilhesar a Kerecê û Evînê de têne ragirtin. Tê gotin di dema lêpirsînê de rastî zext û îşkenceyên giran hatine û nehiştine ku parêzerên xwe bibînin.
Mihemed Ebasî (55) û keça wî Fatma Ebasî (34), di dema xwepêşandanên meha Kanûna 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hatibûn girtin. Paşê ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya Qasim Selawatî, bi tohmeta “têkdana ewlehiya neteweyî” cezayê darvekirinê û girtîgehê li wan hatibû birîn.



