Hikûmeta demkî ya Sûriyê navên hinek kolanên Hismê diguherîne û ev jî li cem welatiyan bûye cihê rexne û nerazîbûnan.
Bi taybet, navên ku tên guhertin di dîroka Sûriyê cihekî xwe yên girîng heye û guhertina navên wan wekî çewsandina sembolên dîrokî bi nav dikin.
Meclisa bajarê Hismê biryarek derxist ku navên hinek kolanên bajar biguherîne û ev jî bûye cihê nerazîbûnen.
Li gor çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, nerazîbûn ji ber wê yekê derketin ku navên kesaeyên bi bandor di dîroka Sûriyê de tên rakirin.
Tê gotin ku kesayetên di şerê Tişrînê de wekî Abdulmunim Riyad û yên li dijî Franasyê wekî Salih Elî tên guhertin.
Di heman demê de, navên nû yên li kolanan hatine kirin jî bûye cihê hêrsê, çimkî li gor çalakvanan ew nav nayê naskirin û ne jî semboleke wan di dîrokê de heye.
Daxwaz hat kirin ku gerek navên kesayetên dîrokî neyên guhertin û bîra dîrokî ya Sûriyê were parastin.



