Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû bi boneya 1’ê Gulanê Roja karkerên cîhanê axivî.
Çîgdem Dogû da zanîn ku 1’ê Gulanê ji bo gelên cîhanê û ji bo têkoşîna sosyalîzmê ya cîhanê rojeke pir taybet e û wiha bi lêv kir:
Divê di roja 1’ê Gulanê de hemû kedkar û gel dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû derbarê 1’ê Gulanê roja karketên cîhanê jî axivî.
Çîgdem Dogû bi vê boneyê şehîdên 1’ê Gulanê, şehîdên keda mezin û dîsa di 6’ê Gulanê de bi bîr anî û got:
Di şexsê van şehîdên Gulanê de hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêz û minet bi bîr tînim.
Çîgdem Dogû: 1’ê Gulanê ji bo gelên cîhanê û têkoşîna wan pir taybet e
Çîgdem Dogû anî ziman ku 1’ê Gulanê ji bo gelên cîhanê û ji bo têkoşîna sosyalîzmê ya cîhanê rojeke pir taybet e; dîrokeke taybet e û got:
Ew weke Roja Karker û Kedkaran ketiye nav kevneşopiyê û weke rojeke çalakiyê em xwedî li wê derdikevin.
Bêguman şehîdên me yên Gulanê; ji bo nirxên têkoşîna yekbûyî û têkoşîna sosyalîst, hem li Tirkiyê hem jî li Rojhilata Navîn mîraseke pir mezin derxistin holê.
Çîgdem Dogû: Diyardeya kedê ji bo tevahiya xwezayê û zindiyan derbasdar e
Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê mirov kedê tenê di nav sînorên mirov de heps neke; diyardeya kedê di rastiyê de gerdûnî ye, ji bo tevahiya xwezayê û zindiyan derbasdar e.
Ez keda Rêber Apo ya ji bo sosyalîzmê tenê bi pêvajoya Îmraliyê sînordar nabînim; me di tevahiya dîroka têkoşîna xwe de ev pêvajo jiya.
Me bi vê teoriyê dest pê kir û me bi vê teoriyê têkoşîn meşand.
Çîgdem Dogû: Rêber Apo keda her civakê û jiyanê îfade dike
Esnafek jî di asta xwe de têkoşîneke kedê dide.
Dema em li cîhana jinê dinêrin; ji anîna zarokekê ya cîhanê heta mezinkirina wê, hewldana maddî-manewî ya ku di nav malê de yan jî di civakê de tê dayîn, di rastiyê de cîhaneke kedê ya bingehîn îfade dike.
“Sosyalîzma Civakparêz a Demokratîk” a ku Rêbertî îfade dike, rasterast bi vê keda ku di her kêliya civakê û jiyanê de xwe heyî dike re girêdayî ye. Jiyaneke bê ked nîn e.
Çîgdem Dogû: Divê di 1’ê Gulanê de hemû kedkar û gel dakevin qadan û têbikoşin
Di dawiyê de Çîgdem Dogû da zanîn ku 1’ê Gulanê dîrokek girîng e û got:
Ez bang li hemû kedkar û gelên têkoşer dikim ku dakevin qadan.
Di heman demê de di aliyê pêşveçûna pêvajoyê de, xitimînek heye. Ji bo vê jî divê gel bêje bes e û mudaxile bike.
Xwedî derketina li pêvajoyê ji bo pêşketina aştî û demokrasiyê, pir girîng e.
Divê ev mijar tenê ji dewletê re neyê hiştin.
Ji vî alî ve hem gelê Kurd, hem jî gelên Tirkiyê divê di nava têkoşîneke domdar de bin. Bi daxwazan li kolanan bin.



