Endamê Desteya Serokatiya (PYD) Aldar Xelîl derbarê pêvajoya entegrasyonê de bersiv da pirsên Ajansa Welat.
Aldar Xelîl anî ziman ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ji bilî dewletê tiştekî qebûl nake û got:
Şam ne bi hişmendiyeke çareseriyê lê bi heşmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere.
Di serî de ser pirsa çima pêvajoya entegrasyonê giran dimeşe Aldar Xelîl ev bersiv da.
Tişta em ji bo entegrasyonê dibêjin; Entegrasyona Demokratîk e.
Lê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê entegrasyonê weke me nabîne. Dibêjin her tiştî teslîmî me bikin.
Şam ne bi hişmendiyeke çareseriyê lê bi heşmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere.
Aldar Xelîl: Kurd ji bo Tirkiyeyê ne xetere ne û zerarê nadin Tirkiyeyê
Xelîl derbarê vegera koçberên Efrîn û Serê Kaniyê û xeteriya hebûna Tirkiyê li herême axivî.
Bi gotina wî divê Tirkiyê vê yekê fehm bike. Kurd ji bo Tirkiyê ne xeterin û zerarê nadin Tirkiyê.
Lewma divê dev jî mudaxale kirina li dijî pergaleke demokratîk berde.
Lazime Tirkiyê jî ji bo vegera welatiyan alîkar be.
Aldar Xelîl: Saziyên xizmetê, perwerdehiyê, tenduristiyê divê entegre bibin
Di warê mijara entegrekirina saziyên fermî de jî Xelîl got:
Saziyên xizmetê, perwerdehiyê, tenduristiyê û hemû qadên jiyanê divê entegre bibin û karê xwe bikin.
Li ser vê yekê hinek xebat hene. Weke petrol, sînor û tiştên tevahî herêmê alaqadar dikin. Lê weke şeredariyan hin tişt hene ku herêmî ne û divê li herême bên rêvebirin.



