Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hin ‘notên hevdîtinê’ yên ku vê dawiyê bi navê Rêber Apo hatine weşandin peyamek zelalkiirnê da.
Şandeyê teqez kir ku ev ‘not’ naverok rastiyê nîşan nade û zirarê dide pêvajoya aştiyê.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê îdiayên “notên hevdîtinê” yên demên dawî di raya giştî de bûne sedema nakokiyan, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Şandeyê diyar kir ku hin daxuyaniyên ku ser navê Rêber Abdullah Ocalan hatine belavkirin rastiyê nîşan nadin û bingehek wê nîne.
Her wekî teqez kir ku naveroka wisa bi zanebûn tê belavkirin.
Şandeya Îmraliyê diyar kir ku divê ti agahiyên ku ji derveyî endamên malbatê û parêzeran têne belavkirin wekî pê-bawer neyên hesibandin.
Ji DEM PARTÎ hişyarî: Îdiayên bêbingeh ziyanê didin bingeha çareseriyê
Daxuyaniyê her wiha hişyarî da ku berovajîkirinên wiha zirarê didin bingeha diyalog û çareseriyê.
Şandeyê bang li raya giştî kir ku li hember van sextekariyan hişyar bin.
Herî dawiyê anî ziman ku ji bo danûstandinên saxlem û pêşketina pêvajoya çareseriyê, pêwiste hemû alî bi berpirsiyarî tevbigerin.
“Di hevdîtinên li Îmralî de peyamên ji bo gel bê dayîn tê zelalkirin”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha Cîgirê Hevserokên DEM Partî Tayîp Temel jî bi rêya televziyona ma Ronahî Tv li ser vê mijarê hişyarî dabû.


