Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ragihand ku li sînorê Pirdê cenazeyê jinek bi kêrê hatî kuştin hate dîtin.
Derbarê buyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsên parêzgeha Kerkûkê, li gundê Serbîrê yê girêdayî navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve,
Dewriya polîsên beşa Dubiz û baregeha polîsên Pirdê, cenazeyê jinek, hate dîtin.
Polîsan derbarê nasnameya jinê de agahî belav nekir.
Rêveberiyê da zanîn ku lêkolîn li ser tometbar û buyerê hatiye destpêkirin.
Li Qeladizê di encama lêdana bruskê de kesekî jiyana xwe ji dest da
Li aliyekî din li sînorê navçeya Hêro ya ser bi bajarokê Qeladizê ya îdareya Raperîn, di encama lêdana bruskê de kesek jiyana xwe ji dest da.
Kesê jiyana xwe ji dest dayî zilamek 70 salî ye.
Hate zanîn cenazey rakirine nexweşxaneya Qeladizê û dê piştre bişîne Tiba Edlî.


