Îro rêveberiya bajarê Kobanê pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir.
Civîn di çarçoveya şopandina dosyaya entegrasyonê ya li gorî peymana 29ˊê Çileyê de bi rêve çû.
Her wiha mijarên xizmetguzariyê, aştiya navxweyî û berdana dîlgirtiyan hat nîqaşkirin.MIX
Şande ji Rêveberê Bazirganiya Navxweyî ya Helebê Îbrahîm Mihemed El Belîx û berpirsê dosyaya entegrasyonê bi Rêveberiya Xweser re pêk hat.
Şande ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa, mûdîrê Rêveberiya Navçeya Kobanê Mihemed Mistefa hat pêşwazîkirin.
Di civînê de li ser rêbazên hêsankirina entegrasyona saziyan, bi taybetî amadekariyên ji bo mewsia 2026ˊan û piştgiriya cotkaran hatin nîqaşkirin.
Li kêleka wan jî mijarên girêdayî li ser aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera Sûriyeyiyan de hatin gotûbêjkirin.



