Rêveberiya Elektrîkê ya Çixalayê dest bi dayîna jimêrkerên elektrîkê kir.
Bi vê gavê re dê elektrîk bigihêjê tevahiya şêniyan.
Rêveberiya Elektrîkê 26’ê Nîsanê dest bi dayîna jimêrkerên elektrîkê yên elektronîk kir.
Projeyê ji bo ku elektrîk bikeve nava sîstemekê û bigihêjê tevahî şêniyan, dest pê kiribû.
Li tax, û saziyên Çilaxayê û gundê Xirab Bacar derdora 2 hezar û 500 jimêrker dê werin dayîn.
Şêniyên Çilaxayê bi vê projeyê kêfxweş bûne.
Şênî vê yekê wek gaveke erênî ku elektrîk bi edalet were belavkirin, nirxandin.



