Şêniyên gundewarên Dêrik û Tirbespiyê ji bo jîngehê biparêzin seyran li gundên xwe qdexe kirin.
Di demsala biharê şênî ji gelek herêmên Cizîrê derdikevin seyranê.
Diçin gundên Tirbespiyê, di Çilaxa û Girkê Legê re derbas dibin heyanî Dêrikê.
Li vê herêmê çemê Dîcle, bendav û kanî hene.
Li bajarê Tirbespiyê şêniyên gundên Dêrna Qulinka û Elî Bedranê li ber syranê qedexe kirin .
Li Dêrikê jî şêniyên gundê Carûdiyê nema destûrê didin ku ji bo seyranê werin gundên wan.
Ji ber çop gelekî avêtine û ziyan gihandine jîngehê.
Şêniyên van gundan dest bi hemleya paqijkirinê kir û ji bo çopê cih diyar kiribûn.
Lê yên diçin seyranê çopê diavêjin derdorê û ziyanê digihînin xwezayê.
Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Mihemed Şefa Silêman ê ji gundê Carûdiyê got:
Gelek xelk ji bo seyranê têne gundê wan lê gelekî çopê diavêjin hawîrdorê.
Agir pê dixin û daran qut dikin.
Silêman daxwaz ji şêniyan kir ku çopa xwe neavêjin derdor û jîngehê biparêzin.



