AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre cavkaniyên Siûdiyê diyar kir ku
Erebistana Siûdî rê neda DYAˊyê ku qada wê ya hewayî û baregehên xwe yên li ser axa wê,
ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê de bi kar bîne.
2 çavkaniyên Siûdî ji AFPˊê re gotin ku Erebistana Siûdî rê neda Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku qada wê ya hewayî û baregehên xwe yên li ser xaka wê ji bo êrişên bi armanca vekirina Tengava Hurmuzê bi kar bîne.
Heman çavkaniyan da zanîn ku ji bo Washington qada hewayî ya Siûdiyê û baregehên xwe bi kar bîne wê karên din bike.
Çavkaniyan da zanîn ku Siûdiyê her tim diyar kiriye ku ew rê neda ku xak an jî qada wê ya hewayî ji bo êrişên li dijî Îranê werin bikaranîn.



