Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê di şexsê şehîdên meha Gulanê de şehîd hemû bi rêzdarî bi bîr anî.
KCK’ê got, 100 sal in êriş li ser hebûna Kurdan heye,
Lewma li çar parçeyên Kurdistanê Kurd ji bo hebûnê têdikoşin, û bi sed hezaran şehîd hatin dayin.
KCK’ê diyar kir, Rêber Apo, PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi wateyek mezin nêzî şehîdan bûn.
Watedayina ji bo şehîdan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd bigihîne wê astê ku têk neçe.
Her wekî anî ziman, Rêber Apo li hemberî darvekirina Denîz, Yûsûf û Huseyînan soza têkoşînê da.
Bi avakirina PKK’ê bersiv da şehadeta Hakî Karer û têkoşîna xweparastinê ava kir.
KCK’ê destnîşan kir, weke kadro, tevger û gel ew ê di meha şehîdan de kêmasiyên xwe yên di têkoşînê de bibînin.
Di dawiyê de KCK’ê got, Rêber Apo projeya “Aştî û civaka demokratîk danî holê.
Dema me proje bi ser xist, hingî em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin.



