6 ciwanên li Rojavayê Kurdistanê kovara “Soryaz” ku kovareke wêjeyî, çandî û hunerî ye û demsalî ye, derxist.
Sala 2025’an 6 ciwanên li Rojavayê Kurdistanê biryar da ku kovareke wêjeyî û çandî, bi zimanên kurdî û erebî derxin.
Ji beriya ku kovarê derbixin şêwra xwe bi 38 nivîskar, pisporên ziman, lêkolîner, helbestvan, wêjevanên ji Sûriye, Ewropa û welatên Ereb kirin.
1’ê Cotmeha 2025’an kovara Soryaz hat ragihandin û derî ji serlêdana nivîskaran re hat vekirin.
Kovara Soryaz kovareke demsalî ye.
Soryaz giyayek e ku li zozanên Kurdistanê çêdibe. Dema bilind dibe gewdê wê sor dibe.
Giyayek tamxweş e û di çanda kurdî de cihekî wê heye.
Sernivîsê beşa kurdî Hişyar Murad dibêje
Ji ber Soryaz navekî kurdî ye û giyayeke li Kurdistanê çêdibe, hem jî navê Sûriyeyê di nav de heye, me ev nav hilbijart.
Di 15’ê Adara 2026’an de yekemîn hejmara wê ya demsala biharê hat çapkirin.



