Komeke partiyên siyasî nerazîbûna xwe li ser biryara hikumeta demkî ay der barê buhayê genim de anî ziman û bang li hikumetê kir ku biryarê ji nû ve binirxîne.
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê buhayê kirîna her toneke genim bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê destnîşan kir. Der barê mijarê de 8 partiyên siyasî daxuyaniyek da û diyar kir ku ev buha kêm e, ji ber ku buhayên sotemenî, semad, tov, pêdiviyên avdanê û veguhastinê zêde bûne.
Partiyan bang li hikumeta demkî kir ku biryarê ji nû ve binirxîne û kîloya genim bi 50 sentên amerîkî be.
Partiyên ku daxuyanî weşandiye ev in:
1- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê
2- Partiya Demokratîk a Kurd li Sûrîyê (El Partî)
3- Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
4- Tevgera Azadî ya Kurdistanê li Sûriyê
5- Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê
6- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
7- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
8- Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê



