Nêrgiz Mihemedî piştî 16 rojan ji nexweşxaneyê derket.
Di heman demê de, çalakvanên mafên mirovan li ser rewşa tenduristiyê û astengiya pêşiya dermankirina girtiyên wekî Zeyneb Celaliyan, Warîşe Muradî, û Pexşan Ezîzî hişyarî dan.
Li gorî daxuyaniya weqfê, Nêrgiz Mihemedî ji 11 heta 20’ê Nîsanê li Nexweşxaneya Zencanê û ji 10 heta 18’ê Gulanê li beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Pars a Tehranê hatiye dermankirin, li wir emeliyata anjîoplastî bûye û ji bo tansiyona bilind jî hatiye derman kirin.
Nêrgîz Mihemedî, çalakvana siyasî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, di Kanûna pêşîn a borî de di merasîma cenazeyê parêzer Xosrew Alîkardî de li Meşhedê hate girtin û paşê cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Weqfa Nêrgiz Mihemedî ragihand ku, li gorî nerînên pisporên dil û mejî, ew hîn jî hewceyê lênêrîna bijîşkî ya pispor e û divê herî kêm mehekê di bin çavdêriya bijîşkî de bimîne û fîzyoterapî ya rojane bike.
Li gorî encamên testên bijîşkî yên ku berê hatine weşandin, malbata wê diyar kir ku ji ber salên girtîgehê û lênêrîna tenduristiyê ya nebaş, laşê Nêgiz nikare li hember stresa zêde bisekine û ew hewceyê pêvajoyek dermankirinê ya demdirêj û bê stres bi lênêrîna domdar de heye.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, girtiyên siyasî li Îranê hîn jî ji gihandina lênêrîna tenduristiyê ya têrker bêpar in û tenduristiya hin ji wan dibe sedema fikarên cidî.



