Îro, li payetxta Sûriyê Şamê teqînekê rû da û di encamê de, leşkerekî hikûmeta demkî ya Sûriyê hat kuştin û 18 kes birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ragihand ku îro li nêzî avahiyeke girêdayî wan a li Bab Şerqî erebeyeke bombekirî teqiya û di encamê de leşkerekî wan hat kuştin.
Her wekî Rêveberê Beşa Hawarçûn û rewşên awarte Necîv Neisan eşkere kir ku ji ber teqînê 18 birîndar gihaştine nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku hevdemî teqînê seferberiyek çêbû û dengê guleyan hat bihîstin.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî tu aliyekî ev teqîn li xwe negirtiye, di wextekê ku tê gotin hêzên ewlehiyê yên Şamê derheqê bûyerê de lêkolîn dikin.



