Biryarek ku di siyaseta Tirkiyê de şokek çêkir…
Bi biryara dadgehê ya “butlana mutleq”, hemû biryarên lihevkirinê yên partiya sereke ya muxalefetê CHP di sê salên dawî de bûne nakok.Ç
Li aliyekî, Ozgur Ozel, ku dibêje ew ê îstifa neke…
Li aliyê din, Kemal Kiliçdaroglu ku amadekariya vegera serokatiya partiyê dike…
Ji ber vê yekê ev biryar tê çi wateyê?
Niha siyaseta Tirkiyê ber bi ku ve diçe?
Partiya Gel a Komarî (CHP) ku yek ji partiya sereke ya muxalefetê li Tirkiyê ye.
Vê gavê bi yek ji krîzên navxweyî yên herî mezin ên dîroka xwe re rû bi rû ye.
Bi biryara “butlana mutleq” a Dadgeha Îstînafê, Kongreya Asayî ya 38’emîn a partiyê ji hêla qanûnî ve nerawa hat hesibandin.
Vê biryarê ne tenê serokatiya niha ya Ozgur Ozel, lê di heman demê de gelek biryarên partiyê yên ku di sê salên dawî de hatine girtin jî, kiriye mijara nîqaşê.
“Butlana mutleq” di warê qanûnî de tê wateya “ji destpêkê ve bi tevahî bêencam e”.
Vê biryarê rê li ber vegera serokê berê yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu yê 2020’an de hatibû hilbijartin vekir.
Têkoşîna desthilatê di CHP’ê de dikeve qonaxeke nû: Ozel an Kiliçdaroglu?
Lêbelê, alîgirên Ozgur Ozel biryarê wekî “mudaxeleya siyasî” bi nav dike.
Serokatiya partiyê ragihand ku ew ê pêvajoya qanûnî heta dawiyê bişopîne û wê ji navenda CHP’ê dernekeve.
Alîgirên Kiliçdaroglu jî peyamên hişyariyê didin.
Li gorî kesên nêzîkî wî, gava despêkê ya Kiliçdaroglu ew e ku partiyê bêyî parçebûnê ji nû ve ava bike.
Lêbelê, nayê hêvîkirin ku ew di demek kurt de kongreyek awarte li dar bixe.
Piştî biryarê, niha bal li ser rayedarên hilbijartinê yên Tirkiyeyê û dadgehên bilind e.
Ji ber ku ev pêvajo ne tenê têkoşîneke navxweyî ya serokatiyê di nav partiyê de ye.
Ev ji bo pêşeroja opozîsyonê û fonksiyona siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê wekî krîtîk tê dîtin.
Tevî ku piraniya partiyên opozîsyonê piştgirîya rêveberiya Ozgur Ozel dikin de, Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yê hevkarê hikumetê, daxwaza lihevkirinekê di navbera aliyan de kir.



