Dîmenek ji Efrînê belav bûye, pir nerazîbûn û hêrs bi xwe re aniye.
Çekdarek li ber gola Meydanekê ya Efrînê sekinî ye û bombeyeke destan davêje nav avê.
Lewra, nerazîbûn li nava xelkê herêmê çêbûye, çimkî rêkarên bi vî rengkî metirsiyê bi xwe re tîne
Li gor malpera Efrîn News, navê vî çekdarî Yehya Mihemed e û wî dîmenî kişandiye û belav kiriye.
Di heman demê de di dîmen de xuya dibe ku li ser motorsilkêtî wî navê “Xurba El-Şam” nivîsandiye.
Ev koma cîhadîst, berî niha hevkarî bi Cebhet El-Nusra dikir û sala 2012’an li dijî YPG’ê şer kiriye.
Piştî wê ev kom hat belavkirin û niha ne xuyaye.
Herî dawiyê li Efrînê ev nav hat dîtin, di wextekê de ku koçberên Efrînê kom bi kom vedigerin û hebûna van çekdaran gefê li jiyana wan dixwe.



