Şerê Ukrayna û Rûsyayê bi awayekî tund dewam dike.
Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê êrişê de daxuyanî da û got ku Ukrayna bi dronan êrişî herêma Luhanskê kir.
Li gorî Wezaretê di êrişê de 4 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Nûnerê Daîm ê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Moskovê piştî êrişa Ukraynayê li ser dibistanek û wargehek xwendekaran li Luhanskê, daxwaza civînek awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.
Herêma Luhanskê li rojhilatê Ukraynayê çend sal e di bin kontrola Rûsyayê de ye.
Herêm wekî beşek ji şerê berdewam ê di navbera Moskow û Kîevê de rastî êrişên berdewam hatiye.



