Parêzer Rozîv Kino diyar kir ku serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.
Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kobanê Parêzer Rozîv Kino derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Rozîv Kino diyar kir ku piştî banga Rêber Apo gavên cidî ji aliyê PKK’ê ve hatin avêtin û ev tişt anî ziman:
”Gavên ku piştî vê bangê hatin avêtin yekalî bûn, ji ber ku heta niha ti gav ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine avêtin.
Ji bo ku ev pêvajoya bi ser bikeve, divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje, ji ber ku êdî dem nemaye.”
Rozîv diyar kir ku serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e, ji bo wê jî divê mafê hêviyê pêk bê.
Rozîv Kino teqez kir ku divê maf bên parastin û hin zagonên li Tirkiyeyê bên zelalkirin û wiha bi dawî kir:
“Divê hemû maf û zagon werin parastin ji bo serkeftina vê pêvajoyê. Serkeftina vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo wê pêk were.”



