Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Hikumeta Demkî yê Sûriyê Ehmed el-Şeri bi hevre axivîn.
Şeri daxwaza rakirina cezayan kir, di heman demê de Trump jî peyama ‘aramî’ da.
Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Hikumeta Demkî a Sûriyê, Şeri û Trump têkiliyên dualî, pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê nîqaş kir.
Ehmed el-Şeri îşaret bi girîngiya piştgiriya navneteweyî di pêvajoya ji nûve avakirin û xurtkirina aborî ya welêt de.
Her weke daxwaza rakirina tevahî cezayên DYA li ser welat kir û ev tişt anî ziman:
Rakirina van cezayan gaveke bingehîn e ji bo xurtkirina aborî û baştirkirina şert û mercên jiyana mirovan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji aliyê xwe ve, girîngiya parastina aramiya li Sûriyê destnişan kiriye û got:
Divê piştgirî ji pêvajoya ji nûve avakirinê re were dayîn.
Aliyan li hev kirin ku têkilî û hevrêziyê bidomînin.



