Li Tengava Hurmuzê dîsa alozî zêde dibe…
Agirbest li ser kaxezê di meriyetê de ye, lê DYA û Îran êrişî hev dikin.
Washingtonê ragihand ku wan li leşkerên Îranê xistiye…
Tehranê jî ragihand ku wê baregeheke Amerîkayê kiriye armanc.
Hemwextî vê li Kuweytê hişyarî hate dayîn ku aloziya li herêmê careke din gihîştiye astek krîtîk.
Di demekê de ku agirbesta nazik a di navbera DYA û Îranê de dewam dike, êrîşên pêşberî hev ên dawiya hefteyê dîsa aloziya li hermê zêde kir.
Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku li dijî radarên dronan û navendên fermandariyê yên li bajarê Goruk ê başûrê Îranê û li Girava Qeşm êriş pêk anîne.
CENTCOM’ê ev êriş jî weke “operasyonên parastinê” binav kir.
Rêveberiya Washingtonê îdîa kir ku ev êrîş bersiva “kiryarên êrîşkar” ên Îranê ne.
Taybet jî xistina droneke Amerîka ya li avên navneteweyî.
Îranê êrişî baragehek leşkerên Amerîkayê kir
Her weke diyar kir ku pergalên parastina hewayî û dronên êrîşê yên Îranê hatine armanckirin.
Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kin de, Supay Pasdarên Îranê ragihand ku wan li baregeheke hewayî ya Amerîkî xistiye.
Cihê baregehê nehat eşkerekirin, lê êrîş wekî bersivek ji bo operasyonên li başûrê Îranê, pêk hatiye.
Li Kuweytê Alarm: Li Rojhilata Navîn şevekî krîtîk
Yekser berî êrîşan, Kuweytê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî mûşek û dronan asteng kirine.
Aloziya li dora Tengava Hurmuzê di warê bazarên enerjiyê û bazirganiya cîhanî de jî bi baldarî tê şopandin.
Di vê navberê de, têkiliyên dîplomatîk di navbera Washington û Tehranê de ji bo agirbestek mayînde û peymanek nû dewam dikin.
Serokê DYA Donald Trump îdîa dike ku alî nêzîkî lihevkirinê e.
Di heman demê de aliyê Îranî diyar kiriye ku ew ê ti lihevkirinekê qebûl nekin ku mafên wan ên neteweyî bi tevahî garantî neke.
Civînên ewlehiyê yên krîtîk ên ku li Qesra Spî hatin lidarxistin, bi taybetî li ser çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê û rewşa Tengava Hurmuzê bû.



