Îranê careke din êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Dola Alanê a nêzî Hewlêrê kir.
Rêxistina CPT ya Amerîka jî dibêje, tenê di sê mehan de 751 êriş li ser Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li Hewlêrê Emced Husên Penahî ragihand ku êrişî baragehek wan hatiye kirin.
Êriş şevê din bi mûşekan li ser barageha li Dola Alanê hat kirin.
Li gorî Penahî, ev êriş di çarçoveya operasyonên domdar ên Komara Îslamî ya Îranê de têne kirin.Her wiha hate ragihandin ku ji despêka şerê DYA-Îsraîl a li dijî Îranê re, bi bêtirî 81 mûşek û dron êrişî navendên wan hatiye kirin.
CPT: Di 3 mehan de 751 êrîş li ser Başûr pêk hatin e
Di aliyekî din de, Tîma Kurdistana Iraqê ya Rêxistina CPT raporeke nû belav kir.
Li gorî raporê, di navbera 28’ê Sibatê û 28’ê Gulanê de, li ser Herêma Kurdistanê 751 êriş pêk hatiye.
Di encama van êrişan de 22 kes jiyana xwe ji dest dane û 112 kesên din birîndar bûne.
Rapora CPT’yê dibêje ku piraniya van êrişan ji aliyê komên hevalbendên Îranê û hêzên Îranê ve hatine kirin.
Piraniya êrişan li ser kampên hêzên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin e.



