Di 8’ê Hezîranê de yekem rûniştina parlamentoya hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêk tê.
Gelek pirs derdikevin gelo ka çi qas ev parlamento nûnertiya Sûriyeyê dike.
Her çend hin kes wê wek gaveke veguhêz dibînin jî, gelek kes jî diyar dikin ku ew îradeya gel nîşan nade.
Parlamento ku wek Meclisa Gel tê naskirin, di serdema demkî de desthilata qanûndanînê ya welêt e.
Ew ji 210 endaman pêk tê û 140 ji wan bi rêya desteyên hilbijartinê yên li parêzgehan bi pergala hilbijartinê ya nerasterast hatine avakirin, hatine hilbijartin. 70 endamên mayî bi fermana serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara têne destnîşankirin.
Hikumeta demkî 210 kursiyên parlamento li ser parêzgehan bi vî rengî belav kir:
Heleb 32 kursî, Şam 10, Gundewarê Şamê 12, Hums, Hema û Îdlib her yek 12, Dêrazorê û Hesekê her yek 10, Reqa 6 û ji bo parêzgehên mayî kotayên cûda destnîşan kirin.
Ev belavkirin rastî gelek nerazîbûnên alî, blok û hêzên civakî hatin, bi taybet li deverên Kurdî.
24 partî û komên siyasî hewldana hikumeta demkî ya ji nû ve çêkirina polîtîkayên paşguhkirinê li dijî Kurdan bi rêya mekanîzmaya avakirina “Meclîsa Gel a Sûriyeyê” şermezar kirin.
Partiyan diyar kirin ku sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi tenê 4 kursiyan rastiyên demografîk û siyasî paşguh dike û rê li ber siyaseta dûrxistinê vedike di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de.
Di heman demê de hikumet dibêje ku mekanîzmaya hatiye pejirandin “li gorî taybetmendiyên qonaxa veguhêz û şert û mercên heyî yên welêt bû û armanc ew e ku beşdariya berfirehtir ji bo pêkhateyên cûda yên civakî û herêmî misoger bike.”
Partiya Yekîtiya Suryaniyan rexne li mekanîzmaya hilbijartina nûnerên ji parêzgeha Hesekê di parlementoyê de kir û diyar kir ku ew cihêrengiya siyasî û demografîk a parêzgehê nîşan nade û ji bo Xiristiyan û gelê Suryan-Asûrî nûnertiya dadperwer xwest.
Partiya Yekîtiya Ermeniyan jî rexne li mekanîzmaya destnîşankirina endamên parlementoyê ji Hesekê kir û ew wekî paşguhkirina Ermenan û civakên din ên Xiristiyan bi nav kir.
Partiyê daxwaza ji nû ve avakirina saziya hilbijartinê û misogrerkirina nûnertiya dadperwer ji bo hemû pêkhateyên parêzgehê kir.
Bi nêzîkbûna dema rûniştina yekem re, çavê raya giştî diçin li ser pêkhateya parlementoyê û ka ewê karibe nûnertiya cihêrengiya Sûriyeyê bike û pirsgirêkên siyasî, aborî û îdarî yên serdema pêş de çareser bike.
Bi taybet ji ber ku piraniya endamên wê bi rêya desteyên hilbijartinê yên herêmî û komîteyên ku di bin çavdêriya desthilatê hatine hilbijartin.
Li gorî gelek çavkaniyan, hikumeta demkî ya Sûriyeyê amadekariyan dike ku rûniştina yekem a parlamentoya (Meclisa Gel) di 8’ê Hezîranê de pêk bîne.



