Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, derbarê pêla nû ya darvekirinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daxuyaniyek weşand.
Hat gotin, Komara Îslamî ji bo veşartina şikestinên xwe, pêlek nû ya darvekirin û girtina girtiyên siyasî daye destpêkirin.
Her wekî anî ziman, Komara Îslamî darvekirinan bikar tîne da ku civakê bêhtir bitirsîne û wekî mertalek ji bo mayîna li ser desthilatdariyê bikar tîne.
Hevpeymaniyê diyar kir ku, civaka navnetewî nikare darvekirina bi sedan girtiyan li Îranê tenê wekî ‘binpêkirina mafên mirovan’ bibîne.
Divê van kiryaran wekî ‘tawanên şer’ û ‘tawanên li dijî mirovahiyê’ nas bike û li dijî van tawanên rejîmê tedbîr bigire.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bang li Netewên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û hikûmetên demokratîk kir ku.
Zextê li ser Komara Îslamî ya Îranê zêdetir bikin û têkiliyên dîplomatîk bi wê re rawestînin da ku ew ji berdewamiya sûcên xwe rawestîne.



