Li Enqereyê polîsan êrîşî bîranîna Ethem Sarisuluk ku di xwepêşandanên Berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin, kirin.
Di encamê de rojnamevan Sema Bîngol a ku bîranîn dişopand binçav kir.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Enqereyê ji bo bîranina Ethem Sarisuluk ku di çalakiyên Berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin xwestin bernameya bîranînê li dar bixin.
Girse li Guvenpark a navçeya Çankaya ya Enqereyê ku Etem Sarisuluk lê hatibû qetilkirin kom bû.
Polîsan girse dorpêç kir û nehişt girse ber bi Guvenparkê ve bimeşe û bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol a ku bîranîn dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hat binçavkirin.



