Di wextekî ku aliyê Ozgur Ozel ji bo kongreya awerte bi sedan îmze ji delegeyan berhev kirî de, aliyê Kemal Kiliçdaroglu leza xwe nîne.
Serokê MHP’ê Bahçeli bang li Dadgeha Bilind kir ku “biryara xwe zû bide”
Di heman demê de Hevserokê DEM Partî Bakirhan jî dibêje, hêzên ewlehiyê yên îro bi ser CHP’ê de diçin, sibê ji bo AKP’ê jî wisan bikin.
Niha hemû çav li ser Dadgeha Bilind û kongreya awarte ya ku ji bo 12’ê Tîrmehê hatiye xwestin in.Krîza serokatiyê di Partiya Gel a Komarî (CHP) de, ku piştî biryara “butlana mutleq” a dadgehê dest pê kir, ketiye qonaxek nû.
Piştî banga Serokê CHP’ê yê ji kar dûrxistî Ozgur Ozel, îmze ji delegeyan ji bo kongreyek awarte têne berhevkirin.
Pêngava Ozel ji bo kongreyê: Îmze hatin berhevkirin
Aliyê Ozel ragihandin ku heta dawiya rojê, bêtirî 700 delegeyan îmze daye.
Di daxuyaniyê de tekez kirin ku ew ê şekildana serokatiya partiyê bi biryarên dadgehê qebûl nekin.
iştî biryara Dadgeha Îstînafê ya Herêma Enqerê ya betalkirina 38’emîn Kongreya Asayî ya CHP’ê Ozgur Ozel û rêveberiya wî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Bi vê re, ferman hate dayîn ku rêveberiya Kemal Kiliçdaroglu dest bi kar bike.
Di vê navberê de, nakokiyên li dora civîna koma CHP’ê jî bal kişandin ser xwe.
Tevî bertekên Kliçdaroglu: Ozgur Ozel li koma partiyê axivî
Tevî nerazîbûnên Kemal Kiliçdaroglu, Ozgur Ozel îro ji kursiyê koma partiyê axivî.
Li wir peyama pêkanîna kongreya partiyê hate dubarekirin û hate gotin:
Ew ê li dijî vê bê edaletiya hatî meşandin, bêdeng nemîne.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku bûyer ne tenê CHP’ê lê hemû siyaseta demokratîk eleqedar dikin.
Bakirhan bi gotina “Zîhniyeta ku îro deriyê partiyekê dişkîne, dê sibê li deriyê hemû siyasetê bixe” bertek nîşanî mudaxeleya dadwerî da.
Niha, hemû çav hem jî li kongreya awarte ya ku ji bo 12’ê Tîrmehê hatiye xwestin in.



