12 Çete Li çiyayê Qereçoxê hatin kuştin

Peşmerge û Hêzên Koalîsyona Navdewletî li Çiyayê Qereçoxê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî. Di encam de 12 çete hatin kuştin.

Di operasyonê de, balafirên şer ên koalîsyonê deverên DAIŞê li Qereçoxê bomebaran kirin.

Hat ragihandin ku peşmerge jî bi helîkopteran operasyon dewam kir.

Di encamê operasyonê de, 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Çiyayê Qereçoxê di navbera Mûsil, Hewlêr û navçeya Mexmûrê de dimîne.

Di van demên dawî de, çeteyên DAIŞ’ê li xeta Kerkûk, Mûsil, Selahedîn, Diyala û Enbarê, êrîşên xwe zêde kirine.

Back to top button