Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand ku li Koşka Spî Serokê DYA’yê Donald Trump û Elî Zeydî civiyane.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û (DYA) Donald Trump hevdîtin pêk anîne.
Li gorî çavkaniyên medyayê, Trump ji Zeydî re gotiye
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Iraqê hez dike.
Tu rêberekî mezinî û tu dê demek dirêj li ser wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê bimînî.
Li gor raporan, ev peyama Trump nîşan dide ku DYA dixwaze têkiliyên xwe bi Iraqê re berfireh bike
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê jî îro ragihand ku serdana Zeydî bo Washingtonê ji bo xurtkirina têkiliyên aborî û veberhênanê ye.
Her wisa Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî jî ji çapemeniyê re axivî û got;
Piştî 30’ê Îlonê, emê nehêlin ku tu komên çek hebin û divê çek di destê dewletê de bin.
Leşkerên Amerîkî jî wê ji Iraqê vekişin.
Xaleke girîng di rojeva hikûmeta Iraqê de ewe ku divê çek di destê dewletê de bin. Ev biryar hatiye dayîn û tu vebijarkek din tune.
Hinek ji van koman niha bûne partiyên siyasî û guherîne.
Di dawiya vê salê de, emê mezintirîn kongreya serweriya neteweyî ya Iraqê ragihînin.
Biryara Iraqê di destê Iraqiyan de ye.
Herî dawî Elî Zeydî bal kişand ser têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê û got:
Weke yek parçe temaşeyî Iraqê dikîn. Kurdistan beşeke girîng a Iraqê ye. Ji deverên din ên Iraqê ti ferqa wê nîne.”
Piştî van gotinên Zeydî Trump piştgiriya xwe ya ji bo gotinên Zeydî ên li ser Iraq û Kurdistanê piştrast kir.


