Serokê berê yê CHP’yê Ozgur Ozel daxuyand ku amadekariyên ji bo damezrandina partiyeke nû tên kirin.
Li gorî gotinên wî, di dawiya meha Tîrmehê an destpêka Tebaxê de wê gavên fermî bên avêtin.
Piştî biryara “Butlana Mutlaq” ya derbarê kongreya CHP’yê de, serokê berê yê partiyê Ozgur Ozel li ser pêvajoya partiya nû û nîqaşên siyasî agahiyên nû da.
Ozel bersiv da gotinên Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê piştgirîya FETO’yê û got;
Ew sûcdariyan qebûl nake.
Wî destnîşan kir ku di demên berê de jî bi heman îdîayan re rû bi rû mabû û got, ev tawanbarî ne rast in.
Li ser pirsa ka kengê partiya nû dê bê ragihandin, Ozel dibêje, pêvajoya qanûnî hîn didome.
Li gorî wî, piştî qedandina pêvajoyên dadgehê û civînên navxweyî, biryara dawî dê were girtin.
“Di dawiya tîrmehê de gavên fermi dê bên avêtin”
Wî jî ragihand ku niha destûrnameya partiyê, bernameya siyasî û lîsteya damezrîneran tên amadekirin.
Li gorî wî, di dawiya meha Tîrmehê an destpêka Tebaxê de wê gavên fermî ji bo damezrandina partiyê bên avêtin.
Ozel her wiha anî ziman ku navê partiyê hema hema diyar bûye, lê xebata li ser logoyê hîn jî didome.
Heta ku navê fermî bê ragihandin, wî pêşniyar kir ku bi navê “Partiya Nû” were binavkirin.



