Ji ber vîrûsa Corona li Italiya di nava 24 saetan de 627 Kes mirin

Vîrûsa corona sînoran nas nake û her ku diçe bêhtir belav dibe. Li seranserî cîhanî heta niha bêhtirî 267 hezar kes bi vîrûsê ketiye, ji wan bêhtirî 11 hezaran jiyana xwe ji dest daye û nêzî 92 hezaran jê şîva bûne.

Li Îtalyayê di nava 24 saetên dawî de, 627 kes bi coronayê mirine.

Li gorî Parastina Sivîl, bi vê yekê jimara giştî ya qurbanên vîrûsê li welêt dibe 4 hezar û 32 kes, li gel ku 47 hezar û 21 kes bi vîrûsê ketine.

Her weha ev sê rojin Çînê ti rewşeke nû ya vîrûsê tomar nekiriye.

Li Iraqê 3 kes nû bi Corone ketin

Li Iraqê, wezareta tenduristiyê mirina 3 kesan bi corona, îro şemiyê ragihand û diyar kir ku tevî qedexeya çûnûhatinê, 15 kesên din bi vîrûsê ketine.

Bi vê yekê jimara qurbanên vîrûsê li Iraqê dibe 17 û jimara kesên bi vîrûsê ketine jî dibe 208.

Li Sûriyê jî, ji bo rêgirtina li pêş belavbûna vîrûsê, artêşê, leşkeriya neçar talûq kir.

Li seranserî cîhanê, agahiyên herî dawî yên vîrûsê weh ne:

Li Koreya Başûrî 147 kesên din bi vîrûsê ketine û jimara nexweşan bû 8799.

Li Paraguay yekemîn rewş hat tomarkirin.

Jimara nexweşan li Meksîkêayê bo 200’î bilind bû.

Li Kanada bi 19 rewşên nû re, jimara nexweşan li welêt 1000 derbas kir.

Li New Yorkê di nava 6 saetan de 650 rewşên nû bi vîrûsê ketin û jimara rewşên li ayaletê bû 5151.

Tenduristiya Ceza’irê mirina 12 kesan bi vîrûsê ragihand.

Li Tirkiyê 9 kes bi vîrûsê mirine û jimara nexweşan bû 670.

Li Imarata Erebî 2 kes bi vîrûsê mirine.

Li Îsraîlê jî îro yekem mirina bi coronayê hat tomarkirin.

Li Singaporê cara yekê mirina 2 kesan bi vîrûsê tê tomarkirin.

Li Taylandayê jî 89 rewşên nexweşiya bi vîrûsê, hatin tomarkitin.

Her weha li Misrê kesek bi vîrûsê mir û 29 rewşên nû hatin tomarkirin.

Û tenduristiya Kwitê ragihand ku 5 kes ji vîrûsê şîfa bûne.

Ji rêkarên li pêş vîrûsê jî, li Urdinê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Back to top button