Yekem rewş bi vîrûsa corona mir, li Sûriyê hat tomarkirin

Li Sûriyê yekem mirina ji ber vîrûsa Coronayê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ve hat ragihandin. Her wiha hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine bû 9 kes.

Wezareta Tendurisiyê ya hikumeta Şamê yekem rewş ku bi vîrûsa Coronayê li Sûriyê mir, ragihand.

Li gorî wezaretê jineke ku bi vîrûsê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Jina mirî piştî jiyana xwe ji dest dayî, ji nû hatiye zanîn ku ew ji ber vîrûsê miriye.

Lê wezaretê ti agahiyên din derbarê mijarê de parve nekirin.

4 rewşên nû yên bi vîrûsê ketin hatin tomarkirin

Heman wezaretê destnîşan kir ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine bilind bû û bû 9 kes.

Li aliyekî din û piştî daxuyaniya navborî, hat ragihand ku aktora Sûrî ya bi navê Hena Nesûr ragihandiyê ku ew bi Coronayê ketiye.

Back to top button