Komîseriya Bilind a NY, banga berdana girtiyan li hikumeta Sûrî kir

Komîseriya Bilind a NY, daxwaz ji hikumeta Sûrî kir ku, ji bo rêgirtina belavbûna vîrûsa coronayê, girtiyan ji zindanan berde.

Berdevkê Komîseriyê Robert Kolfîl ragihand ku, vîrûs dê bibe sedema jimareke din a qurbanan.

Robert Kolfîl bang li hikumeta Sûrî kir ku rê li ber aliyên pêwendîdar û tîmên bijîşkan veke da ku xwe bigihînin zindanan û rewşa girtiyan binirxînin.

Berdevkê Komîseriyê Robert Kolfîl destnîşan kir ku, Sûriyê yek ji welatên ku metersiya belavbûna corona li zindanên wê bi rêjeyeke mezin heye, bi taybet li zindana Seydnaya ya binavûdeng.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, heta niha 16 rewşên coronayê hatine ragihandin, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button