WHO: Biryara Trump cihê mixabiniyê ye

Rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî “WHO”`yê Tedros Adhanum diyar kir ku Biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ya qutkirina piştgiriya ji bo rêxistinê cihê mixabiniyê ye.

Li gorî toreya CNBC a amerîkî, Reveberê giştî yê “WHO”`Tedros Adhanum di civînek çapemeniyê de got:

DYA dostek comerd e. Em hêvî dikin wisa berdewa bike.

Tedros Adhanum anî ziman ku Biryara serokê Amerîka Donald Trump a taloqkirina desteka madî ya ku Washington ji rêxistinê re pêşkêş dike, cihê mixabiniyê ye.

Adhanum teqez kir ku rêxistin wê berê xwe bide dewletên din derbarê her kêmasiyek di şerê  dijî Coronayê de.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê ragihandibû  ku ew perspektîv daye rêveberiya xwe da ku finanskirina rêxistina WHO taloq bikin.

Back to top button