Ji Sûriya heya bi Lîbyayê çeteyên Tirkiye mirovan erzan dikin!

Li Lîbyayê jî, dewleta Tirk siyaseta xwe ya serdegirtin, revandin û şewitandina malûmilkên sivîlan dimeşîne.. Ev 9 roj in, çeteyên dewleta Tirk li bajarê Serman û Sebratayê yên Lîbyayê, jimareke ciwan êşkence kir û revandine. 

Girtina bêserûber a sivîlan.. çekekî dewleta Tirk li Lîbyayê ye jî.

Ev ne tiştekî nû ye, berî niha em ev yek li Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî û hemû herêmên li jêr dagirkeriya Tirk bihîstiye.

Li Lîbyayê jî, dewleta Tirk siyaseta binpêkirinan der heqê sivîlan de dimeşîne.

Eyn el-Exbariye, li ser zimanê çavkanîne taybet, ragihand ku “duh êvarî çeteyên dewleta Tirk bi ser malên bajarê Serman û Sebratayê de girtin û jimareke ciwan revand.

Çavkaniyan teqez kir ku “çete, bi bihaneya ew piştevaniya Artêşa Niştimanî dikin, sivîlan bi awayekî komî êşkence dikin û direvînin.

Her wekî sivîlan dikujin, ser jê dikin û agir jî bi xaniyên wan dixin”.

Li Sûriyê, li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve dagirkirî jî, li jêr bihanene cuda cuda, sivîl tên revandin û kuştin”.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Adara 2020an, “di nava 2 salan de, dewleta Tirk zêdetirî 6 hezar û 200 sivîl revandine û çarenûsa zêdetirî 3 hezar û 400 kesî ne diyar e”.

Jixwe ev ji bilî, talankirina malûmilkên şêniyên resen û şewitandin û birîna bi hezaran darên zeytûnê.

Li gorî çavkaniyên Lîbî, pêngavên serdegirtinê ji 12ê Nîsanê ve hatine destpêkirin û çeteyan soza berdewamkirina vê yekê dane.

Binpêkirinên der heqê sivîlan de, li hemberî xwedîkirina qaçaxên mirovan ku li ser asta navdewletî tên xwestin, tiştekî asa ye.

Ku herî dawî, jimareke dîmenên DAIŞî û çeteyên xwestî di nava çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê de hatin dîtin, derketin holê.

Hîna jî dewleta Tirk çek û çeteyên xwe dişîne wir.

Her çi qas bangên cezakirina wê ji NY tê xwestin jî, lê ev tişt li pêşberî çavên civaka navdewletî bi rehetî pêk tên.

Back to top button