Li Diyala ya Iraqê teqînek rû da, 5 leşker birîndar bûn

Li parêzgeha Diyala ya Iraqê bombeya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin  teqiya û  di encamê de 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

îro li nêzî navçeya Narîn ya li bakur rojhilatê parêzgeha Diyalayê,, bombeya  ku ji berê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin di kerwaneke leşkerî ya Iraqê de teqiya.

Di encama teqînê de 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye di hefteyên dawiyê de li gelek deverên Iraqê tevger û êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne. Duh jî di encama çend êrişên cûda de 5 kes ji welatî û leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.

Back to top button