Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê tundiya li dijî jinê şermezar kir

Meclisa Jinên Sûriyê tundiya ku li dijî jinan di dema mayîna li mala de ji ber vîrûsa koronayê zêde bûye, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di vê dema ku li hemû cîhanê ji bo parastina ji Vîrûsa Koronayê di mal de ne, jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin.

Têkildarî mijarê Meclisa Jinên Sûriyê bi tevlîbûna endam û rêveberên meclisê li parka xwendinê a bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan û gotin:

Ne-derketina derve ji ber Vîrûsa Koronayê bû sedema ku gelek encamên neyînî mîna tundiya li dijî jin û zarokan di malan de bi xwe re bîne.

Li gor belgeyên netewên yekbûyî rêjeya herî bilind ya tundiyê di vê demê de li ser jinan hatiye kirin.

Tundiya ser jinan kiryareke bê ehlaq e û mirovên ku destdirêjiyê li ser jinan dikin bê wijdan in.

Em weke Meclisa Jinên Sûriyeyê tundiya ser jinan li tevahî welatên cîhanê şermezar dikin.

Em bi hêvî ne ku jinên rastî tundiyê tên bi aliyên têkildar re bikevin nava pêwendiyê, da ku bikaribin mafê xwe ji serdestiya mêr biparêzin.

Back to top button