Li Efrînê 7 leşkerên Tirk bi vîrûsa Coronayê ketine

Dewleta Tirk a dagirker ji serweriya xwe li herîmên dagirkirî misger bike, krîza vîrûsa Corona bi awayekî qirêj li herîmên dagirkirî bi kar tîne. Çavdêriya Sûrî ragihand ku li Efrînê 7 leşkerên dewleta Tirk bi vîrûsa Corona ketine û jiyana şêniyan ketiye xeteriyê.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkiriye jiyan li şêniyan kiriye dojeh.

Ev yek ji dizî û telanê bigre heta, revandin û kuştinê dewam dike.

Lê diyare ev ji bi têra dagirkeriyê ne kiriye ku heta vê carê jiyana bi sedhezaran kes xistiye metirsiyê.

Dewleta tirk ku Efrîn dagirkiriye, ji herêmên din yên vîrûsa Corona lê heye, malbatên çeteyên xwe tênin û li herêmê bicih dikin.

Her wiha tê gotin beriya niha jî dewleta tirk kesên bi vîrûsê ketine ji tirkiyê derbasî herêmê dike.

Vê yekê jî jiyana şêniyan xistiye metirsiyê.

Çavdêriya Sûrî a Mafê mirovan ragihand ku li bajara Efrînê ya di bin dagirkeriya Dewleta Trik de ye, 7 laşkerên Tirk bi vîrûsa Corona ketine.

Çavkaniyên herêmî jî ji televsiona me re dan zanîn ku jimara leşkerên Tirk ku bi vîrûsê ketene, gihiştiye 15’an.

Malpara Afrînpost diyar kiribû ku di 14’ê Adara derbasbûyî de li Efrînê du kes yên ku dewleta Tirk ji herêmên din anîne, bi vîrûsa Corone ketine.

13’ê Nîsanê jî çavdêriyê Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku çeteyekî li Girê Spî û li bajaroka Silokê ya Girê Spî jî du ciwan bi vîrûsê ketine.

Her weha dewleta Tirk li bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî navndên karantîna ava kir.

Çavdêriyê dabû zanîn ku armanca avakirina van navedan ji bo kesên ku li Tirkiyê bi vîrûsê ketine, pêşwazî bikin e.

Back to top button