Pekîn: Di destê Pompeo de ti delîl tine ne ku vîrûs ji Çînê derketiye

Li seranserê cîhanê jimara pêketiyên vîrûsa corona nêzî 4 milyonana dibe û zêdeyî 259 hezar kesan jî jiyana xwe dest daye. Derbarê jêdera vê vîrûsa kojer de, şerê Çîn û Amerîka didome.

Li hin welatên Ewropa jî tedbîr tên sivikirin û her wiha bi dehan kesên ku li dijî tedbîran çalakî pêk anîn, hatin binçavkirin.

Vîrûsa corona ku cara yekem li Çînê xuya kir, hîna tevahî cîhanê xistiye bin kontrol û bandora xwe.

Lê belê derbarê jêdera vîrûsê û çêkerê wê de, şerê di navbera Amerîka û Çînê de didome.

Di vê derbarê Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku di destê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo de, ti delîl tine ne ku vîrûs ji laboratwareke li Wohana Çînê derketiye.

Beriya çend rojan Pompeo ragihandibû di destê wan de delîlên mezin hene ku ev vîrûs ji wir derketiye û Çîn derbarê veşartina agahiyên derbarê belavbûna vîrûsê de tewanbar kir.

Li Brazîlya kesên biryara binpê kirin, kolan paqij kirin

Li seranserê cîhanê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa corona, tedbîrên hişk hatin girtin.

Yek ji wan jî qedexeya derketina derve ye.

Li navçeya Gomez Palacio ya Meksîkayê, cezayek balkêş li kesên ku qedexe binpê kirin, hat birîn.

Weke ceza kesên biryara qedexeyê pêk neanîn, kolan paqij kirin.

Li Holanda bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Bajarê Lahay yê Holanda jî bi sedan kes tevî biryara qedexeyê, li dijî şidandina tedbîran çalakî lidar xistin.

Hêzên ewlehiyê ku ji çalakvanan xwestin çalakiya xwe bi dawî bikin, bi dehan kes bi çav kirin.

Îzlanda qedexeya derketinê radike

Hikumeta Îzlandayê jî piştî roja Duşemê astengî û qedexeyên ji ber vîrûsa corona radike, lê wê tedbîrên parastinê li ber çavan werin girtin.

Li dibistan û zanîngehan, perwerdehî dîsa hate dest pê kir.

Lê li dibistanên amedeyî û zanîngehan wê di polekê de herî zêde 50 kes hebin û wê xwendekar 2 metreyan ji hev dûr bin.

Di civîn û çalakiyan de jî 50 kes dikarin li hev bicibin.

Di otobusan de jî wê herî zêde 30 rêwî hebin.

Dema dinya sar be wê mirov 8 metreyan ji hev dûr bin.

Back to top button