Nûnerên Binarê Qendîlê banga aramiyê li herêma Zînê Wertê kir

Têkildarî rewşa li Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê û ji bo banga aştî û aramiyê li herêmê, îro nûnerên gundên Binarê Qendîlê serdana herêmê kir.

Îro komek ji 12 kesan ku xwe wek nûnerên Binarê Qendîlê bi nav kiribûn, serdana hêzên pêşmerge yên li Zînî Wertê kir.

Şande ji aliyê berpirsên pêşmergeyan ve hatin pêşwazîkirin.

Di dema serdanê de Nûnerên Binarê Qendîlê, nameya ku daxwazên xwe tê de rêz kiribûn radestî berpirsên pêşmerge kirin.

Li ser navê şandeyê Selman Koçerî axivî û got:

“Peyama me ji bo hersê hêzên li deverê peyama aşitî û bi hev re jiyanê ye.

Me daxwaz kir ku ev hêz ji deverê werin kişandin û rewş vegere mîna berê.”

Selman Koçerî destnîşna kir ku eger daxwazên wan neyên bicihanîn, wê bi çalakiyên medenî zextan zêde bikin heya ku hêz ji deverê werin kişandin.

Back to top button