Rêveberiya Xweser tewanên hikumeta Şamê û Rûsya red kir

Rêveberiya Xweser tewanên hikumeta Şamê û Rûsya yên têkildarî dergeha Til Koçerê red kir û anî ziman ku ev tewan nakve xizmeta gelê Sûriyê.

Rêveberiyê diyar kir ku ev dergeh tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û alîkariyên ku dewletên hevalbendên QSD’ê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dişînin, tê bikaranîn.

Hikumeta Şamê û Rûsya 13’ê Gulanê bi daxuyaniyeke hevbeş gotibûn armanc ji vekirina dergeha Til Koçer veguhestina çekan ji bo “komên Kurdî” ye.

Her wiha derbasbûna çekdaran, nexweşên bi vîrûsa Coronayê ji bo erdên dewletên cîran û çalakiyên bazirganî û qaçaxçiyê ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyekê ev tewan red kir û wiha got:

“Ev gotin nayê qebûlkirin û girêdayî helwest û ajandeyên siyasî yên Rûsya û hikumeta Şamê ye.

Armanc ji vê daxuyaniya Hikumta Şamê û Rûsyayê dorpêçkirina herêmê û pêkanîna zextên siyasî li Rêveberiya Xweser e.

Ev helwest nakeve xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê.”

Rêveberiyê diyar kir ku Rûsya ji bo girtina dergehê Til Koçber mafê redkirinê (Veto) bi kar anî.

Rêveberiyê girtina dergehê di demekê de ku vîrusa Coronayê gefan li herêmê dixwe de weke nîşaneya karesetekî mirovî pênase kir û wiha domand:

”Eger ev keraset pêk hat wê dewletên ku vekirina dergehê red dikin berpirsiyariyê rakin”.

Di daxuyaniya xwe de girîngiya vekirina dergehê Til Koçber hate bibîrxistin û îşaret bi girîngiya derbasbûne alîkariyên mirovî û pêdiviyên têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê hate kirin.

Rêveberiyê careke din teqezî li ser wê yekê kir ku ev dergeh ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û alîkariyên ku dewletên hevalbendên QSD’ê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dişînin, tê bikaranîn.’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li hemû aliyên li Sûriyê kir ku mijarên mirovî ji bo berjewendiya nexşerêya serweriyê li Sûriyê bi kar neynin.

Back to top button