Dewleta Tirk navçeya Şêrawa û Şerayê topbaran kirin

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê navçeyên Şêrawa û Şerayê yên Efrînê topbaran kirin.

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê, îro di saetên şevê de, gundên Aqibê, Soxanêke û Hirşê yên navaçeya Şêrawa û gundê Malikiyê û Merenaz ê navçeya Şerayê bi dijwarî topbaran kirin.

Têkildarî encamên topbaranê agahiyên piştrast nehatine bidestxistin.

Duh bi şev jî, dagirkeriya Tirk gundên navçeya Şerayê, gundê Semoqa yê Şehba û bendava Şehbayê jî topbaran kiribûn.

Back to top button