“Îsal xwendekar di refên xwe de bi bin nakevin”

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ragihand ku îsal xwendekar di refên xwe de bi bin nakevin û sala bê di wê refekî nû de xwendina xwe dewam bikin.

Hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo ji Ronahî TV re ragihand ku ji ber îsal dibistan hatin girtin û bandor li perwerê hat kirin, sala bê, wê dibistan berî dema xwe bi 20 rojan werin vekirin.

Ebdo diyar kir ku, ev plana wan ji bo lêvegerek ji biranşan re çêbibe û dê mamosteyên xwe li ser vî bingehî amade bikin..

Her wiha Hevserokê Desteya Perwerdê da zanîn ku wê nirxandina xwendekaran li gorî asta wan di werza yekê de be.

Mihemed Salih Ebdo li ser vê mijarê got ku “Di sîstema me de ji refê “1” heta yê “9” binketina xwendekaran tune ye. Lê belê îsal di refên “10” û “11” jî binketin tune ye û nirxandina wan li gorî werza yekê ye.”

Tê zanîn îsal dibistan ji ber Vîrûsa Coronayê hatin girtin û sîstema “Dibistana li Malê” ketibû piratîkê.

Ev demeke ev sîstemê dimeşe û xwendekar bi rêya “online” û “TV” waneyên xwe dişopînin.

Back to top button